Serokê Giştî yê EMEP'ê îstifa kir

Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz ji partiya xwe îstifa kir.

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz hem ji wezîfeya xwe ya serokatiyê hem jî ji partiya xwe îstifa kir.

Akdenîz li ser twîtterê daxuyaniyek ji 3 rûpelan weşand, îstifaya xwe ragihand û got, "Hin nîqaş, helwest û meylên li navenda partiyê yên di dema hilbijartinên 14'ê Gulanê de bûn sedem ku ez hem ji Serokatiya Giştî, hem ji wezîfeyên xwe yên li nava partiyê, hem jî ji endametiya partiyê îstifa bikim."